Enter your email Address

+49 152 5931 6512
19.08.2022 - 20:34
  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
  • English
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Daxuyanî

Mirovên girtiyên Behdînanê: Cezakirina girtiyan li ser projeya ramanê azad metirsî bû

Greva birçûnê ya girtiyên Behdînan gihîşte qonaxek metirsîdar û xizmên wan ragihandin ku rewşa zarokên wan nêzî mirê dibin.

Nucan Serdoz Edîtor: Nucan Serdoz
05/08/2022 - 21:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Girtiyên Behdînanê rewşa wan xeter e
2
Temaşêkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên Behdînanê 15 rojin di greva birçîbûnê de, roj bi roj rewşa tenduristiya girtiyan xirab dibe, duh rewşa girtiyek giran bû û rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniya Nûnerê Girtiyên Behdînanê rojnamevan Eyhan Seîd, têkildarê rewşa girtiyan pêşkêşê rêvebiriya Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir de wiha hat gotin: “Xizmên me, ber bi mirinê ve diçin. Heke xeteriyek a jiyanî ya girtiyan çêbibe em ê li dadgehên Hewlêr, Bexda û navneteweyî, giliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin. Erka her aliyekî ye ku ji dil bersivê bide û bi helwest rabe. Cezakirina aktîvîstan ji ber xwepêşandan û xebatên bi sivîlî, ji bo demokrasî û azadiya derbirîna fikir û ramanan cihê mêtirsiyê ye.”

Eyhan Seîd wiha pê de çû: “Di bin kontrola PDK’ê de, bi aşkerehî ne bi niştîmanî lê bi rikeberiyek a siyasî dibin astengî li ber xizmên me. Eger yasa serwer bin divê demildest bên berdan. Girtiyan, 19’ê Tîrmehê bi diruşma “Ya azadî ya mirin” dest bi greva birçîbûyînê kir û hinekan jî li Girtîgeha Hewlêrê dest bi grevê kir. Girtiyên di grevê de, li ber mirinê ne. Konseya Edaletê û Serdozgeriya Giştî dengê xwe ji vê yasayê re nake. Nahêle yasa bi cih bên anîn. Ji xeynê girtiyên Behdînanî bi dehan kesên din hatine cezakirin.Çend kesên din ên ji ber cuda bûyîna fikira xwe ya siyasî bêyî darizandin destgîrkirî ne jî di greva birçîbûyînê de ne.

Li gor yasayê, li gorî biryara dadgehê û kêmkirina ji sedî 50 yê cezayan ji aliyê serokê herêmê ve divê ku 5 girtiyên Behdînanî bihatina berdan. 5 kesên din jî divê du meh bi şûn de bên berdan.

Girtiyên Şêladizêyî yên bi navê Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî du sal in ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û nayên berdan. Li gel ku divê piştî Cejna Qurbanê bihatina berdan, hêj nehatine berdan.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT), 7’ê Tîrmeha 2022’yan serdana Serokê Dozgeriya Giştî ya Herêmê kir, piştî du saetan serokê Dozgeriya Giştî, biryara berdana her 5 girtiyên Şêladizî da. Lê ji ber betlaneya Cejna Qurbanê, beriya cejnê nehatibûn berdan, piştî cejnê jî nehatin berdan. CPT’yê 17’ê Tîrmehê carek a din serdana Serokê Dozgeriya Giştî kir, CPT’yê da zanîn ku Serokê Dozgeriya Giştî poşman bûye ku girtiyan berde.

5 girtiyên Şêladizêyî yên bi navê Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî, 21’ê Tîrmehê dest bi greva birçîbûyînê kirin. Heman rojê koma duyem jî, ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kir. Niha nêzî 50 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûyînê de ne.

Piştî ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir, bi sedan aktîvîstên civaka sivîl û kesayetên siyasî ji bo piştgiriya girtiyên di grevê de, hem di asta navxweyî hem jî navneteweyî de, dest bi greva birçîbûnê kirin û bi rêya medyaya dîjîtal ji raya giştî re ragihandin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kirin – Emê berxwedanê roj bi roj mezintir bikin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 06’Ê TEBAXA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê TEBAXA 2022’YAN

ROJEVA 06’Ê TEBAXA 2022’YAN

Şehîd fermandarê me ne – II

Şehîd fermandarê me ne - II

Torên Sanal

Manşet

  • ‘Heval Rêzan mînaka têkoşîn û şoreşgerî ya rasteqîn a Apoyî bû’
  • QSD: Dewleta Tirk ji êrîşên ku pêk tîne, gelê me dike hedef
  • 13 girtî hatin sirgûn kirin
  • HPG: Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyawî bi kar anî
  • Malbatê Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
  • Leşkerên ku tên kuştin ji raya giştî tên veşartin
  • Li Girtîgeha Rihayê girtiyê nexwaş Bazo Yilmaz hate qetil kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Nasnameya du gerîlayên YJA STAR’ê ku li Serhedê şehîd bûne hate eşkere kirin

    Nasnameya du gerîlayên YJA STAR’ê ku li Serhedê şehîd bûne hate eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Kesên Meşaleya Azadiyê Radikin re

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 13 girtî hatin sirgûn kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê nasnameya du gerîlayên YJA STAR’ê ku li Herekolê şehîd bûne eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Milîsên Engîn Sîncar ên HBDH li polîsên faşîst dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şerê li Rojhilata Navîn çawa dikare çareser bibe?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Leşkerên ku tên kuştin ji raya giştî tên veşartin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Dewleta Tirk ji êrîşên ku pêk tîne, gelê me dike hedef

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Rindexanan ber bi Bêrîtanan lehengiya Jina Kurd

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
  • English

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • Deutsch
    • English
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye