Enter your email Address

+49 152 5931 6512
17.08.2022 - 2:19
  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
  • English
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN: Çalakiyên gerîla yên ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê – 22 dagirker hatin ceza kirin

Çalakiyên bi bandor ên gerîlayan yên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê; 3 ji wan efser û 4 jî kontra bi giştî 22 dagirker hatin ceza kirin. 1 Kîrpî, 1 Reo, 4 mobesse, 2 çeper hatin rûxandin, çeperek û helîkoptereke êrîşê jî bi giranî hate derbkirin.

Nucan Serdoz Edîtor: Nucan Serdoz
04/08/2022 - 16:46
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Di pêşengtiya gerîlayên YJA STAR’ê de çalakî hatin li darxistin – 20 dagirker hatin ceza kirin
8
Temaşêkirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand: “Gerîlayê Azadiya Kurdistanê ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd dîroka gelê me yê bindest ji nû ve nivîsand, şerê xwe yê li dijî dagirkeran bê navber didomîne. Di encama çalakiyên gerîlayên me yên azadiyê de ku bi çalakiyên bi bandor Cejna Vejînê ya Neteweyî pêşwazî kirin; 3 jê efser û 4 kontra bi giştî 22 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn; 1 wesayîtek bi tîpa Kîrpî, 1 wesayîtek bi tîpa Reo, 4 pergalên kamerayên mobesse, 2 çeper hatin rûxandin, çeperek û 1 helîkoptereke êrîşê bi giranî hatin derbkirin. Her wiha hêzên me 2 mertal, 1 çek, 1 kamera û bi armanca tomarkirina nasnameyê weke delîl kumê leşkerî yê ayîdê dagirkerê bi navê Haydar Çelîk desteserkirin.”

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 9 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî, 10 caran bi balafirên şer, 42 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê bombe kirine.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

1’ê Tebaxê karwanê leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker ku ji Şemzînanê ya Colemêrgê ber bi Rûbarokê ve diçû, ji aliyê tîmên me yên bitevger yên YJA Starê ve hat şopandin. Konvoya dagirker a ku ketibû bin kontrolê, saet di 12:30 de li nêzî gundê Navreza bi taktîkeke sabotajê li konvoyê hate xistin. Di vê çalakiyê de 1 wesayîta bi tîpa Kîrpî bi temamî hate rûxandin, 3 efser û 4 kontra hatin cezakirin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin, bê encam vekişiyan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereş de;

3’ê Tebaxê saet 05:35’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji du aliyan ve ji aliyê tîmên me yên bitevger ve hatin hedefgirtin û bi çekên giran û ferdî derb li wan hate xistin. Di encama lêdanên bi bandor de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin û çeperek jî hate derbkirin.

Roja 3’ê Tebaxê saet 08:00’an, dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, bi taktîka kemînê hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de ku bi bombeyên destan û çekên ferdî derbên giran li dagirkeran hat xistin de, bi qasê ku hat tepîtkirin dagirker hat cezakirin û dagirkerên ku derbên giran xwarin jî gavekê paşde vekişiyan. Hêzên me li vir 1 mertalên parastinê û 1 kameraya dagirkeran desteser kirin.

3’ê Tebaxê saet 12:40’an hêzên me banga teslîmbûnê li dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, kir. Dagirkerên ku hewl dan guh nedin banga gerîlayan û pêşde biçin, vê carê bi taktîkên sabotajê li wan hat xistin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket. Di van lêdanan de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. 1 mertalê parastinê, 1 demance, 1 kamera û kumeke leşkerî ya dagirkerê bi navê Haydar Çelîk ji bo belgekirina nasnameya dagirkerê ku hat cezakirin, weke delîl hatin desteserkirin. Dagirkerên ku li wan hat xistin, gavekê paşde vekişiyan û tenê bi şev karîbûn windahiyên xwe ji herêmê rakin.

3’yê Tebaxê saet di 12:30 û 20:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û 2 dagirker hatine cezakirin.

Roja 3’ê Tebaxê saet 16:45’an 2 helîkopterên êrîşê yên xwestin Qada Berxwedanê ya Girê FM bombe bikin, rastî destwerdana tîmên me yên bitevger ên YJA Starê hatin. Helîkoptereke êrîşê ya ku bi giranî derb xwar, agir girt û hewl da ber bi xeta sînor ve biçe. Piştre jî di rateya ku helîkopter ber bi wê ve çû de teqîneke mezin rû da û ev herêm ji aliyê balafirên şer ve bi dijwarî hat bombebarankirin.

3’yê Tebaxê saet 23:30’an helîkopterên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê leşkeran daxînin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ku ji qadê derkevin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

1’ê Tebaxê wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ku di navbera Neqaba Tenî û Girê Şehîd Arnos a li Qada Mamreşo de diçû ji aliyê tîmên me yên bitevger ve saet di 11.30’an de bi taktîkên sabotajê hate xistin. Di encama vê çalakiya ku ji aliyê tîmên me yên bitevger ve hat lidarxistin de, wesayîta ku hatibû hedefgirtin hate rûxandin, 3 leşkerên dagirker hatin cezakirin û 1 jî birîndar bû. Piştî çalakiyê dagirkeran di saet 13:20’an de kuştî û birîndarên xwe bi 2 helîkopteran ji qadê rakirine.

Di 3’ê Tebaxê de 4 pergalên kamerayên mobesse yên ku artêşa Tirk a dagirker dixwest li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bike, ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 2’ê Tebaxê saet 08.30’an li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer derketiye. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 3’ê Tebaxê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û 1 dagirker hate cezakirin.

3’ê Tebaxê saet 16.00’an hêzên me yên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Çemço bi çekên giran li dagirkeran dane.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî;

Di 3’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker bi wesayitên kepçeyan êrîşî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê kir û 5 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî bombe kirin.

Di 3’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Karker û Çemço 4 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, obus, helîkopter û balafirên şer;

Di 3’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye, Saca û Çemço 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Di heman rojê de qada Gundê Girê ya Garê û Şehîd Piling a Metîna du caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 3’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye, Werxelê û Kokerê 42 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 3’ê Tebaxê de ji qereqolên li ser sînor qadên Çemço, Werxelê û Girê FM bi dehan caran bi çekên giran û obusan hatin bomberdûman kirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ji bo pêkanîna edaletê ev 514 rojin em li ber edliyê ne

Nivîsa Pêş

Şehîd Delîl Welat li Amûdê hat bîranîn

Nucan Serdoz

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîd Delîl Welat li Amûdê hat bîranîn

Şehîd Delîl Welat li Amûdê hat bîranîn

Leşkerên artêşa dewleta Tirk ya dagirker li Kobanê ciwanek qetil kirin

Leşkerên artêşa dewleta Tirk ya dagirker li Kobanê ciwanek qetil kirin

Torên Sanal

Manşet

  • Barzanî: Tirkan li me îxanet kir!
  • Birdoziya Rizgariya Jinê Birdoziyekê Civakî Ye
  • TAYBET – Abdurrahman Hacî Ehmedî: Ji bo tolhildana şehîd Rêzan berê xwe bidin Qendîlê
  • ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2022’YAN
  • LEZGÎN – HPG: 6 dagirker hatin ceza kirin, derb li helîkopterekê hate xistin
  • Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan re serlêdana parêzeran
  • Hunermend Xelîl Xemgîn: Her hunermendek divê cihê xwe di nava vî şerî de bigire

Herî zêde hatine xwendin

  • Hunermend Xelîl Xemgîn: Her hunermendek divê cihê xwe di nava vî şerî de bigire

    Hunermend Xelîl Xemgîn: Her hunermendek divê cihê xwe di nava vî şerî de bigire

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Tîrêjên Rojê bi çalakiyên xwe 15’ê Tebaxê silav kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tîmên YPS-JIN bi silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakî li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi hêz û mîrateya ku em ji Pêngava 15’ê Tebaxê digirin, emê hevrêyên xwe ji zindanên faşîzmê derbixin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Barzanî: Tirkan li me îxanet kir!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêngava 15’ê Tebaxê li Mexmûrê hate pîroz kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – HPG: 6 dagirker hatin ceza kirin, derb li helîkopterekê hate xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 40 ciwan li ser 3 îxbarên bê bingeh hatine binçav kirin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mûrat Karayilan: Di vê serdemê de divê hemû welatparêz destê xwe têxin binê kevir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekemîn kampa xebitînê di dîroka Tirkiyê de: Îmralî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
  • English

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • Deutsch
    • English
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye