Enter your email Address

+49 152 5931 6512
19.08.2022 - 19:37
  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
  • English
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Dosya Taybet

10’yemîn Salvegera Şoreşa Rojava – Ferhad Şamî: Ciwan bê tirs û hesab ji bo pêşxistina şoreşê difkirin

Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) Ferhad Şamî got; "Ciwanên Rojavayê Kurdistanê îro bûne mînaka herî zelal û paqij ya tevahî ciwanên Rojhilata Navîn. Ji ber vê jî îro li ser ciwanan li Rojava êrîşekî taybet ya tunekirinê hatî destpêkirin. Heya niha jî di nava civaka Kurd de êrîşên bi vê rengî di şexsê ciwanan de bê navber dewam dike."

Nucan Serdoz Edîtor: Nucan Serdoz
05/07/2022 - 0:12
di nav Dosya Taybet, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
38
Temaşêkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) Ferhad Şamî derbarê avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rol û girîngiya ciwanan di nava şoreşê de ji ajansa me re axivî. Ferhad Şamî diyar kir ku yek ji lingên esasî ku cihê xwe di nava vê şoreşê de girtî ciwan bûn, ciwanan di her qad û cihê de pêşengtî kirin. Ferhad got; “Di demên destpêkê de gelekî xeterî hebûn, kesî nedizanî ku wê çawa li pêşiya vê pêvajoyê bigire, lê ciwanên şoreşger bêyî ku dudilî jiyan bikin, di xeta xwe pêş de cihê xwe girtin. Ji ber vê jî şehîdên destpêkê ku hatine dayîn hemû ciwan bûn, ciwanên şoreşger bûn.”

Bi temamî axaftina Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) Ferhad Şamî wiha ye;

“Niha hertim di nava civakan de pirsa rola ciwanan dibe, ciwan kîne xwedî rol û misyoneke çawa ne, yanî nîqaşên hem li ser ciwanan, siyasetê û şoreşê her tê kirin. Heya li hinek welatan dibe mijarê nakokiyê ku çînekeî desthilatdar û çînekî din ya ciwanan, lê belê li Kurdistanê rewş cuda ye. Bi taybetî dema mirov vegere destpêka şoreşê wê demê herkes bi nêrîneke cuda li ciwanan mêze dikirin. Weke mêze kirinekî bi vê rengî ciwan bê displînin, ciwan nikarin siyasetê bikin bê rêgezin. Heta di hinek cihan de dihat gotin ku ciwan ji bo desthilatdariyê şer dikin. Li hemû dewletan ciwan wekî zirxê li pêşiya desthilatdariyê tê bikaranîn. Bi taybetî li Sûriyê Rêjîma BAIS ji bo desthilatdariya xwe bidomîne ciwan li beramberî civakê bikar dianî. Ciwan tenê wekî esker û çavkaniyên dewletê dihatin bikaranîn, wekî ku ew zarokên BAIS’in mezin dikirin. Lê belê şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêkhat nêrîn di derbarê ciwanan de hat guhertin, heta li hinek welatê Ereban bi taybetÎ li Tûnis, Misir û Yemen ciwanan karîbûne wan nêrînên şaş li ser xwe bugherînin. Lê dîsa jî ev dewletên hegemon, desthilatdar naskirin yê ku guhertinan ji civakê re pêkbîne, ciwanin ji ber vê xwastin û her dixwazin ku ciwanan bixin bin destê xwe.”

“Em bala xwe bidinê li Tûnis yê ku çirûska azadiyê pêxistibû ciwan bû, li Misir yên ku daketin kolanan ji bo ku guhertin çêkin ciwan bûn. Li Sûriyê jî yekemîn tevgerê ku destpêkirin tevgerê ciwanan bû. Li Himisê, Dera û Hemayê koordînasyona ciwanan avabûn. Lê belê ji ber ku hêz, tecrûbe û siyaseta wan ciwanan tune bû, dîsa ketin bin xizmeta sîstemê û dewletê ew ji bo xwe bikaranîn. Di encamê de ev tevgerê ciwanan bi binketin heya bûn wek êşekê li dijî gelê Sûriyê.”

“Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ciwanên Kurd di nava wan de ciwanên tevgera azadiyê xwedî cudabûnekê bûn, ji ber ku berê jî her ciwanên Kurd pêşengtî kirine, xwedî siyasetin. Bûn mînaka civakên ku bi hêza xwe rê li ber êrîşên dewletên dagirker girtin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê îro bûne mînaka herî zelal û paqij ya tevahî ciwanên Rojhilata Navîn. Ji ber vê jî îro li ser ciwanan li Rojava êrîşekî taybet ya tunekirinê hatî destpêkirin. Heya niha jî di nava civaka Kurd de êrîşên bi vê rengî di şexsê ciwanan de bê navber dewam dike.”

“Dema ku Tevgera Ciwanên Şoreşger di nava şoreşê de hatî ava kirin, armanca wê ew bû ku ciwan civaka xwe bi rêxistin bikin û zana bikin. Ji ber vê yekê di salên 2011 û 2012’an de kar û barê ciwanan zêde bû. Helbet ew dem kêmek zehmet bû, ji bo ku hîna destpêka wê bû. Piştî wê hêdî hêdî saziyên xwe yên din jî ava kir. Lê belê dîsa jî hertim yên ku pêşengtî kirine ciwan bûn. Bi riya hewldanên ciwanên gelek sazî hatin vekirin û bi rêxistin kirin. Bi riya ciwanên şoreşger axên vî welatî hatin parastin.”

“Di demên destpêkê de gelekî xeterî hebûn, kesî nedizanî ku wê çawa li pêşiya vê pêvajoyê bigire, lê ciwanên şoreşger bêyî ku dudilî jiyan bikin, di xeta xwe pêş de cihê xwe girtin. Ji ber vê jî şehîdên destpêkê ku hatine dayîn hemû ciwan bûn, ciwanên şoreşger bûn. Di sala 2012’an de li Serêkaniyê yên ku bi rihekî fedayî li hember Artêşa Azad li berxwe dane ew ciwan bûn. Çeteyan bawer nedirin ku wê karbin, li hember van ciwanan bin bikevin. Ji ber ku digotin ev ciwan hemû biçûkin. Lê belê şerê me ne şerê temen bû, şerê îrade bû. Kesê ku dihatin li hember ciwanan şer dikirin hemû çeteyên temen mezin û bi tecrûbe bûn. Di saziyên leşkerî de 12000 şehîd hene, nîvê van şehîdan ciwanin. Ciwan xwezayî bi erka xwe radibin û welatê xwe diparêzin. Ciwan bê hesab û bê tirs bûn, tenê li ser pêşxistina şoreşê difkirîn. Ciwan bûn yek ji saziyên herî paqij yên vê şoreşê. Di saziyên Çand û Huner, YPG, YPJ û YXG’ê de hemû ciwanan pêşengtî kir. Ji ber vê jî hêzên desthildar ciwanan ji bo xwe wekî xeterî dibînin. Mirov dikare bêje ku dema dewleta Tirk li Kobanê cihê Tevgera Ciwanên Şoreşger daye, ji ber vê yekê ye.”

 

NC// Îlan Kobanê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zilamê dewletê

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ji bo bîranîna şoreşgerê mezin ya têkoşîna azadiyê “Diyar Xerîb”

Nucan Serdoz

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ji bo bîranîna şoreşgerê mezin ya têkoşîna azadiyê “Diyar Xerîb”

TAYBET - Ji bo bîranîna şoreşgerê mezin ya têkoşîna azadiyê "Diyar Xerîb"

Gerîlaya YJA STAR’ê Raperîn Devrîm hate oxir kirin

Gerîlaya YJA STAR'ê Raperîn Devrîm hate oxir kirin

Torên Sanal

Manşet

  • QSD: Dewleta Tirk ji êrîşên ku pêk tîne, gelê me dike hedef
  • 13 girtî hatin sirgûn kirin
  • HPG: Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyawî bi kar anî
  • Malbatê Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
  • Leşkerên ku tên kuştin ji raya giştî tên veşartin
  • Li Girtîgeha Rihayê girtiyê nexwaş Bazo Yilmaz hate qetil kirin
  • Milîsên Engîn Sîncar ên HBDH li polîsên faşîst dan

Herî zêde hatine xwendin

  • Nasnameya du gerîlayên YJA STAR’ê ku li Serhedê şehîd bûne hate eşkere kirin

    Nasnameya du gerîlayên YJA STAR’ê ku li Serhedê şehîd bûne hate eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Kesên Meşaleya Azadiyê Radikin re

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 13 girtî hatin sirgûn kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê nasnameya du gerîlayên YJA STAR’ê ku li Herekolê şehîd bûne eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şerê li Rojhilata Navîn çawa dikare çareser bibe?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Milîsên Engîn Sîncar ên HBDH li polîsên faşîst dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jina Ku Xwe Rêxistin Kiriye Zilamekî Ku Nikaribe Bîne Rê Nîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS-JIN Cejna Vejînê li Wanê pîroz kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YJA STAR’ê şehîd Jiyan Amargî bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
  • English

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • Deutsch
    • English
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye